Li bajarê Dîwandereyê welatiyekî nerazî hat kuştin

20:58 - 20 Îlon 2022

Roja Duşemî 28`ê Xermananê, welatiyek nerazî yê bi navê “Muhsên Mihemedî” kurê xelîfe Mesûd û xelkê bajarê Dîwandere yê ku bi sedema kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” hatibû ser şeqaman, bi sedema teqeya hêzên ewlehî li kombûna nerizayetiya wî bajarî, bi awayek dijwar hatibû birîndarkirin, li yek ji nexweşxaneyên bajarê Sinê canê xwe ji dest da.

Herwisa rewşa tendirustiya welatiyekî nerazî yê bi navê “Fuwad Qedîmî” kurê Ebdullah, ku bi sedema teqeya hêzên ewlehî li kombûna nerizayetî ya bajarê Dîwandereyê bi awayek dijwar hatibû birîndarkirin, nebaş hatiye ragihandin û di bin tedawiya pizîşkî de ye.

Hevdem digel grevgirtina seranserî li bajarên Kurdistanê, welatiyên nerazî li bajarê Dîwanderê, bi nîşandana nerizayetî li hember kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî”, bi rojane têne ser şeqaman û di wan kombûnên nerizayetiyan de, siloganên “netirsin , netirsin em hemû gel yek in” didin.

Bi destêwerdana hêzên dije şoreş û hêzên ewlehî, ew kombûnên nerizayetî tundûtîjî li pey xwe ve aniye.

Hêzên ewlehî û hêzên dije şoreş bi mifahvergirtin li gulleyên saçmeyî teqe ji welatiyên nerazî kiribûn û dehan welatî bi sedema teqeya wan hêzan hatine birîndarkirin.

Çend welatiyên nerazî bi sedema kûrahiya birînên xwe bo navendên dermanî yên bajarê Sinê hatine veguhastin û rewşa tendirustiya wan nebaş hatiye ragihandin.

Hin ji welatiyên ku bi sedema teqeya hêzên ewlehî hatibûne birîndarkirin, ji tirsa binçavkirinê li çûn bo nexweşxaneyê xwe parastin.

Roja Duşemî 28`ê Xermananê, dukandar û bazariyên bajarên Kurdistanê piştî banghêjiya hêzên siyasî û rêkxirawên medenî, li derheq kuştina “Jîna Emînî”, man girtin û dukanên xwe bi nîşana nerazîbûnê daxistin.

Roja Înê 25`ê Xermananê, “Jîna (Mehsa) Emînî”, ku di encama lêdan û azar û îşkenceyê, ji aliyê Geşta Îrşad ketibû halê bêhişiya demdirêj, li nexweşxaneya "Kesra" ya bajarê "Tehran"ê canê xwe ji dest da û roja Şemî 26`ê Xermananê, bi amadebûna xelkek zêde li goristana "Ayîçî" ya bajarê "Seqiz"ê bi axê hat sipartin.