Li bajarê Dalahoyê jinek bi destê mêrê xwe tê kuştin

12:23 - 14 Kanûna pêşîn 2020

Roja Duşemî 23ê Sermawezê di torên civakî de nûçeyek li derheq kuştina jinekê li bajarê Dalahoyê bi destê mêrê wê hate belavkirin.

Çavkaniyek agehdar bi Ajansa Nûçegehaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye, ew bûyere di çend mehên derbasûyî de bi vî awayî belav bibû ku jinek bi navê “Meryem Ceiferî” temen 26 salî bi xwerina heban dawî bi jiyana xwe aniye.

Wê çavkaniyê gotiye: “Di lêkolînên destpêkî yên wê bûyerê de hatibû gotin ku wê jinê bi xwarina heban dawî bi jiyana xwe aniye, lê piştî wê bûyerê mêrê wê xwe veşartibû, ew yek bibû sebema cihê şikê ya wê bûyerê û piştî lêkolîn û lipeyketina polîsan, heftiya derbasbûyî mêrê wê tê binçavkirin û bi kuştina jina xwe îtiraf dike ku bi sedema pirsgirêkên malbatî bi lêdan û azardan bûye sebeba can jidestdana hevjîna xwe”

Herwisa Çavkaniya “Kurdpa”yê daye zanîn : “Mêrê wê jinê di ristoranekê de li bajarê Dalahoyê kar dikir”.