Li bajarê Bokanê welatiyekî Kurd hat binçavkirin

17:50 - 16 Tebax 2022

Roja Yekşemî 23ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Elî Farûqî” temen 40 salî û kurê “Ehmed” xelkê gundê “Çardîwarî” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd li cihê karkirina wî li “Mîrava” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê binçavkirine.

Ew welatî endaziyarê avahîsazî û avedankirinê ye û piştî binçavkirinê bo cihek nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek din ji ber dest tune ye.