Li bajarê Bokanê welatiyekî Kurd hat biçavkirin
12:01 - 15 Tebax 2022
Roja Yekşemî 14`ê Tebaxê, welatiyê Kurd yê bi navê “Mihemed Kerîmî Xa” û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat biçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
Heta niha lipeyketina malbata Mihemed Kerîmî Xa, bona agehdarbûn li derheq qedera wî bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest tune ye.