Li bajarê Baneyê sê kedkaran bi sedema jehrîbûnê canê xwe ji des dan

17:26 - 12 Tebax 2022

Roja Pêncşemî 20ê Gelawjê, kedkarekî Kurd yê bi navê “Mihemed Qedîmî” temen 40 salî û xelkê bajarê “Bane”yê, ji ber hewaya gazê jehrî bû, û canê xwe ji dest da.

Herwisa du kedkarên din yên digel navbirî jî, rastî jehrîbûn bi hewayê gazê hatine, lê heta niha nasnameya wan ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yêre rohin nebûye.

Ew 3ê kedkar di dema kolandina “Bîr”ê li gundê “Boyena xarê” yê girêdayî bajarê “Bane”yê rastî jehrîbûn bi hewayê gazê dibin û her di wê demî de “Mihemed Qedîmî” bo nexweşxaneyê tê veguhastin, lê canê xwe ji dest dide.