Li bajarê “Bane”yê kolberek bi sedema teqîna mînê birîndar bû

18:46 - 19 Tebax 2022

Roja Pêncşemî 27ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemed Osmanî Cengeser” xelkê bajarê “Selmas”ê bi sedema teqîna mînê li ser sînorê “Hengejal” yê bajarê “Bane”yê bi dijwarî birîndar û bû bi kêm endam.

Ew kolber di vê bûyerê de herdu çavên xwe û lingek xwe jidestdaye û niha di nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê “Bane”yê de hatiye razandin.

Malbata wî kolberî bi sedema nebaşbûna rewşa aborî, şiyana veguhastina wî bo nexweşxaneyên bajarê “Tewrêzê” nîne û bo veguhastina wî hewcehî bi hevkariya aborî heye.

Çalakvanên Medenî li ser torên civakî de kempêynek bona komkirina hevkariyên hewce bo wî kolberî kurd lidar xistine.  

“Mehmûd Osmanî Cengeser” xelkê gundê “Cengeser” yê girêdayî bajarê “Selmas”ê ye û xêzandare û xwediyê 4 zarokane.

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 26ê Gelawêjê kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Amanc Azerpûr” temen 17 salî û xelkê bajarê “Seqiz”ê bi sedema teqîna mînê li ser sînorê “Hengejal” ya bajarê “Bane”yê birîndar bibû.