Li bajarê Banê sê kolberên Kurd li dema destbiserkirinê de li ser sînûrê “Hengejale” ya “Bane” hatin îşkencekirin

18:21 - 20 Hezîran 2022

Roja Yekşemî 19`ê Hezîranê sê kolberên Kurd yên xelkê bajarê Seqiz bi navên “Eta Mihemedî, Parsa Îbrahîmî, temen 16 salî û Ebdula Heqanî”, ji aliyê hêzên leşkerî ve hatin destbiserkirin.

Ew sê kolberên Kurd piştî destbiserkirinê ji aliyê hêzên leşkerî ve bo îdareya îtlaata “Boyen” a bajarê “Bane” hatin veguhastin.

Yek ji serbazan bi zileyan li “Parsa Îbrahîmî” xistiye û jîre gote dema berê te soz dabû ku dev ji karê kolberiyê berdî.

Niha ew sê kolberên Kurd li îdareya îtlaata “Boyen” a bajarê Bane de hepsîn e.