Li bajarê Bane 9 welatiyên Kurd ên binçavkirî bo girtîgeha Sineyê hatin veguhastin

17:26 - 16 Şibat 2022

Roja Duşemî rêkevta 25`ê Rêbendanê, 9 welatiyên Kurd yên bi navên “Sehah Pizîşkî, Refîq Pizîşkî, Bêhzad Pizîşkî, Kerîm Pizîşkî, Ebûbekir Pizîşkî, Erselan Pizîşkî, Ferzad Pizîşkî, Cemal Mirwetî û Se`îd Reşîdî”ku hatibûne binçavkirin, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatine veguhastin.

Ew 9 welatiyên Kurd yên binçav kirî li heyama binçavkirinê de, ji “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtina digel malbatên xwe” hatine bêparkirin.

Li gor zanyariyan, hêzên ewlehî ew 9 welatiyên Kurd, bi hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” tohmetbar kirine.

Rêkevta 20`ê Xezelwerê, ew 9 welatiyên Kurd, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî bi bêrêzîkirin û lêxistinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Hêzên ewlehiyê di dema binçavkirinê de, bêrêzî bi malbata wan kiribûn û Herwisa keresteyên wan yên şexsî jî, digel xwe biribûn.