Leyla Îbrahîm Nadirî bi danîna barimteyê ji girtîgha bajarê Urmiyê hat azadkirin

13:09 - 25 Nîsan 2022

Roja Yekşemî 4ê Banemerê, welatiyeke Kurd ya bi navê “Leyla Îbrahîm Nadirî” keça “Umer” xelka gundê “Soxanlû” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê bi danîna barimteyî ji girtîgeha bajarê “Urmiyê” hate azadkirin.

Ew jina Kurd bi danîna barimteya 1 miliyard Tumenî bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgehê hate azadkirin.

Êvara roja Şemî 27ê Xakelêwe, “Leyla Îbrahîm Nadirî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê “Pîranşar”ê hatibû veguhastin.

Ew welatî piştî bi dawîhatina heyama lêpêçîna wê bo benda jinan ya girtîgrha bajarê “Urmiyê” hatinû veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser de hatine sepandin ti zanyariyek serrast ji ber dest de nîne.