Lêxistina Kolberekî temen 17 salî li ser sînorê Newsûdê

19:28 - 22 Hezîran 2022

Roja Sêşemî 31`ê Cozerdanê Kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Suheyb Qîtolî” xelkê bajarê “Ciwanro”yê bi sedema lêxistina hêzên leşkerî li ser sînorê “Newsûd”ê birîndar bû.

Çavê wî yê çepê birîndar bûye û poza wî jî şikandin e.

Herwisa roja Sêşemî 31`ê Cozerdanê, Kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Serwer Restigar” kurê “Kerîm” xelkê gundê “Serdûş” yê girêdayî bajarê “Merîwan”ê bi sedema gulereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Dolebî” a wî bajarî birîndar bibû.