Levdana nawbera çekdarên sipaha pasdaran û welatiyan li derwera Pawê, birîndar lê ket

22:10 - 8 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: li incama levdana nawbera çekdarên sipaha pasdaran tev xelkê yekik ji gundên dewera Pawê, welatiyik bi derba çeka wan hêzane hate birîndar kirin û kesik din jî girtin.

Gorekî raporta ajans nûçe gihaniya Kurdpa; roja Sêşem, 17ê Befranbar( 8ê Kanûna duê, 8ê January, 17ê heyva Dêy), çekdarên sipaha pasdaran, çone naw gundê “ Siryas”a ser bi şarê Pawê û xêncî şikandina derê mala welatiyik bi navê Riza Fethî, mala navbirî jî wekolîn.

Bi gotina serekaniyik agadar ji vê qewimiyê, ev karê sipaha pasdaran, protestoya welatiyan li gundê Siryasê lêketiye û li sedem şer û levdana ku nawbera wan de hatiye pêş, ji aliyê çekdarên sipaha pasdaran de şêlikî bi welatiyan hatiye kirin.

Serekanî ew jî got; welatiyan ku xwestiye rêgirî ji şikandina deriyan û wekolîna malan bikin, ji aliyê çekdarên sipaha pasdaran de dane ber gulleyan û kesik ji xelkê gundê Siryas bi navê Ekber Fethî bi 4 gulleyan bi dujwarî birîndar bûye.

Serekanî ew jî got; çekdarên sipaha pasdran xwediyê malê bi navê Riza Fethî girtine û bi ciyik nekivş raguhastine.
\"17736.jpg\"

\"17751.jpg\"

\"17750.jpg\"