Leşkeriyekî bajarê Seqizê di binkeha bajarê Banê de dawî bi jiyana xwe anî

19:53 - 12 Tebax 2019
Ajansa kurdpa: Leşkeriyekî kurd ê xelkê bajarê Seqizê, di binkeha leşkerî a bajarê Banê de dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” yê, roja Şemî 19`ê Gelawêjê, leşkiriyekî Seqiz ê bi navê “Rêbwar Sabîrî” kurê Ebdulrehman, bi sedemek ne xuya, dawî bi jiyana xwe anî.

Çavkanyek agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehand, ew leşkiriyê Kurd, 4 mehên wî mabûn ku serbaziya xwe xilas bike ku dawî bi jiyana xwe anî.

Çavkaniya “Kurdpa” herwisa ragehand: Xwe kuştina wî Leşkerî Kurd, cihê şike ku di dema şiştina termî wî leşkerî Kurd de, derketiye ku navbirî ji pişt ve teqe lê hatiye kirin û egera wî heye ku hatibe kuştin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, kuştina wî leşkerî Kurd, di binkeha Spaha Pasdaran de, piştrast nake.