Leşkerên Îranê parêzerek qetil kirin

13:30 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî yên Îranê, bi awayekî rasterast gule bi ser parêzerekî Kurd ê Nexedeya rojhilatê Kurdistanê de reşandin û di encamê de ew kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan wekîlekî Kurd ê bi navê Sîrûs Ehmedî, li devera tixûbî ya Çaldêranê, bi guleyên leşkên Îranê hedef hat girtin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

\"28145.jpg\"
Ew parêzerê Kurd ê ji aliyê leşkerên Îranê ve hatî qetilkirin, li Nexwedeyê karê wekaletê dikir.

Çavkaniyeke agah a herêmî vê derbareyê de ji ajansa Kurdpa re ragihand: Sîrûs Ehemdî ligel çend kesên din xwestiye ber bi aliyê din yê Sînor ve here ku leşkerên Îranê bêy berçavgirtina yasaya bikaranîna çekan, gule bi ser de reşandine û ew kuştine.