Leşkerên Îranê dîsa bi guleyan kasibkar hedef girtin

22:21 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya kuştin û birîndarkirina kasibkaran li rojhilatê Kurdistanê, kolberekî din ê Kurd li Serdeştê (ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve) bi giranî hat birîndar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja duşemî 6`ê tîrmehê kasibkarekî Kurd ê bi navê “Nevîd” rûniştvanê Serdeştê, li devera Şelmaş a wî bajarî gule bi ser de hatin reşnadin û di encamê de ew bi giranî birîndar bû.

Çavkaniyeke agah li Serdeştê vê derbareyê de payamnêrê Kurdpa re gotiye: Hêzên leşkerî yên Îranê bi gumana ku kasibkarê navborî kalayên qaçax bi wî re ne, gule bi ser de reşandine. Eva di demekê de ye ku berovajî vê yekê tu barên qaçax bi wî re nebûne.

Heman çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kiriye ku dema gulereşandin bi ser kasibkaran de, navbera şêniyên gundê Şelmaşa Serdeştê û hêzên leşkerî de pevçûn derketiye û bi çendîn demjimêran domandiye.

Şêniyên sînorî ên rojhilatê Kurdistanê, bi sedema bêkarî, nebûna pêdiviyên jiyanê, hejarî û hin sedemên din, bera xwe didin bazerganiya ser tixûban. Salane bi dehan kes ji wan kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî ên Îranê ve tên kuştin û birîndarkirin.

Gorî bîlançoya ku li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatî tomar kirin, ji destpêka buhara îsal heya niha, zêdeyî 10 kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve, hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.