Leşkerek li binkeyek leşkerî li bajarê Sineyê bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest da

17:52 - 25 Nîsan 2022

Roja Yekşemî 4`ê Banemerê, leşkeriyek bi navê “Adil Qurbanî” kurê Elî û xelkê bajarê Makûyê bi sedema teqîna mînê li padigana Leşkera 28 a Bejayî ya bajarê Sineyê canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew bûyere demjimêr 13`a paş nîveroyê li derdora padigana Leşkera 28 a Bejayî ya bajarê Sineyê qewimî û “Adil Qurbanî” bi sedema kûrahiya birînên xwe li encama teqîna mînê, dem û dest canê xwe ji dest da.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Adil Qurbanî” li beşa Cehada Artêşê serbaz bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ew bûyere ji aliyê nûçegihanên navxweyî yên Îranê û mediyayên girêdayî bi Artêşê ve nehatiye mediyayîkirin.

Li gor amara tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, ji destpêka sala 1391`an a Rojî heta dawiya sala 1400`an a Rojî bi gelemper 402 kesên sivîl li Kurdistanê bûne qurbaniya teqîna mîn û cebilxaneyên şer. (103 kuştî û 299 birîndar).