Leşkerek Kurd li bajarê Nexedê hate kuştin

14:56 - 14 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Leşkerekî Kurd yê xelkê herêma Kamyaranê li Padgana Artêşê ya bajarê Nexedê hate kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, şeva dûşem berwar 10’ê Hezîranê ciwanek temen 21 salî yê kurd binavê “Hamid Marawî” kurê Elî û xelkê gundê “Maraw”ya ser bi herêma Kamyaranê li Padgana Artêşê ya bajarê Nexedê bi awayek cihê şikê hate kuştin.

Berpirsyarê vê Leşkergehê bilav kiriye ku Hamid xwe dest bi xwe kuştinê daye, lê malbata vî vê yekê qebul nakin.

Hamid Marawî xwediyê bawernameya Kardaniyê bû û jibo asta Karnasiyê li zanîngehê hatibû qebûl kirin.