Leşkeran gule bi ser kasibkaran de barandin/ Kuştî û birîndar lê ketin

21:31 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Di encama êrîşeke din a hêzên leşkerî yên Îranê bi ser kasibkar û kolberên rojhilatê Kurdistanê de, yek ji wan hat kuştin û 3 jî, bi giranî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek kasibkarên Kurd li devera sînorî ya Pîrnaşara rojhilatê Kurdistanê ketin ber êrîşa leşekerên Îranê ku di encamê de kolberek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Peyamnêrê Kurdpa li pîranşarê, nasnameye kasibkarê jiyana xwe ji dest dayî, Cefer Laçînî yê xelkê Mahabadê ragihand.

Peyamnêrê Kurdpa herwiha amaje bi vê yekê jî kir ku di encama wê gulereşandinê de, 3 kasibkar jî bi giranî birîndar bûn.

Şêniyên sînorî ên rojhilatê Kurdistanê, bi sedema bêkarî, nebûna pêdiviyên jiyanê, hejarî û hin sedemên din, bera xwe didin bazerganiya ser tixûban. Salane bi dehan kes ji wan kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî ên Îranê ve tên kuştin û birîndarkirin.