Lawik ji xelkê dewera Merîwan hate girtin

12:47 - 19 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: lawik Kurd ji xelkê yekik ji gundên dewera Merîwan, ji aliyê hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê bi birîndarî girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; paşnîroya roja Şemî, 28ê Befranbar(18 January 2014), Ferhad Xusrewî, 22 salî, kurê Ehmed, ji xelkê gundê “ Cane Were”a Merîwan, ji aliyê hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hate girtin û raguhastiyê ciyik nekivş kirin.

Yekik ji welatiyên ji gunde Cane Were bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; Ferhad Xusrewî pêş ji girtinê de ketiye ber şêlikiya hêzên milîtarî û li sedem hindê de ji ser banê mala xwe, xwe havêtiye xwarê û pêyik vî şikestiye.

Ew welatî ew jî got: li dema welatiyên gundê Cane Were xwestine rêgirî ji girtina Ferhad Xusrewî bikin, ji aliyê hêzên milîtarî de şêlikî bi wan hatiye kirin.

Tê gotin ku Ferhad xusrewî li ser sînorên dewera Merîwan de karê kasibkariyê hebûye û heya niha jî hegera girtina navbirî nekivşe.