Lawik 18 salî ji Kirmanşan, paşî 3 sal hews kêşan bi sêdarê dan

20:14 - 26 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: berpirsên giştî yên rêxiravên girtîgehan û biryarên asayişî li Kirmanşan, hukmê bi sêdaredana lawik 18 salî, bi rê birin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li roja borî de li girtîgeha Kirmanşan de, lawik 18 salî bi navê Hadî Palanî, kurê Osman, bi tawana qetil, bi sêdarê hate dan.ev lawê Kurd li temenê 15 salî de û li sedem şerik de li naw gundê xwede, hevkilasiyik xwe kuştibû.

Kesên nêzî malbata Palanî, nûça bi sêdare dana Hadiyê 18 salî bo ajansa nûçe gihaniay Kurdpa, pişrat kirine.

Hukmê bi sêdaredana vî lawê 18 salî, bi hegera pêdegiriya malbata xwendewanê hatî kuştin, li roja Duşem, 3ê Xermanan, 25 August 2014 de bi rêço.

Sizaya bi sêdaredana kesên kêmtir ji 18 salan, yekik ji wan biryaraneye ku, protestoya bi dom ya piştgirên mafê mirov bi dûwe bûye.

Gorekî raportik ku ajansa nûçe gihaniya Kurdpa li roja 12ê Gelawêja 1393 de weşandiye, li midê 1 sal ji dewledariya Hesen Rohanî de li welatêÎranê de, 814 kes bi tometên curbicur, bi sêdarê dane.