Kuştina Nêçîrwanek Kurd li bajarê Pîranşehrê

13:57 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Nêçîrwanek xelkê bajarê Pîranşehrê li dema nêçîrê de tevî du hevalên xwe,seva kêmtirxemiya wan bi derba gulê canê xwe ji dest da.

Sibêdeya roja Şemiyê berwar 27’ê Tîrmeh Nêçîrwanek Kurd yê xelkê bajarê Pîranşehrê li nêçîrê de li çiyayên derdora wî bajarî,li encama kêmtirxemî ya hevalên xwe bûye qurbanî.

Li dema nêçîrê de û li çaxekê ku tifînga yek ji wan nêçîrwana bi darekê diale,guleyek ji tifingê derdiçe û li cih de canê yek ji wan nêçîrwanan digre.

Tê zanîn ku niha du Nêçîrwanên din ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê hatine girtin.