Kuştina Kolberik 15 salî li dewera Serdeşt

23:46 - 30 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberik Kurd li dewera Serdeşt, bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hate kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, şeva borî , 6ê Xezelwer, Kolberik Kurd bi navê “ Mewlûd Hemzeyî”, 15 salî, kurê Hesen, bi destê hêzên çekdarê hukûmeta islamiya Îran, can jê hat sitandin.

Mewlûd Hemzeyî, 15 salî û ji xelkê Gundê “ Qelereşe”a ser bi şarê Serdeştê bûye ku bi tinê bo terxan kirina pêjîna jiyana xwe û malbata xwe rû bi karê Kolberiya ser sînoran kiribû.

Ew Kolberê Kurd, saet 9ê şeva borî li ciyik bi navê “ Kanî Berdan” li dewera “Bajarê” li ser sînorên nawbenda Herêma Kurdistan û şarê Serdeştê, ketiye pûsiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê û li sedem gulleyên wan hêzên çekdar canê xwe ji dest daye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, li midê 37 rojên borî de ( li despêka heyva Rezber heya niha), 7 Kolberên Kurd bi şêlikiya rasterasta hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îranê hatine birîndar kirinê.

Ev statîstîka hejmariye û bi piştras bûn bi statîstîkên ajansa Kurdpa tên weşandin, bi balkêşandin ser rewşa dujwara êminiya herêmên Kurdistanî û bi taybet dewerên Sînorî, pitira nûçên kuştin û birîndar bûna Kolberan bi veşartî dimînin, ber hindê dibe ku hejmara serast ji hindê jî zêdetir be.