Kuştina kasibkarek û birîndarbûna kolberek li bajarê Serdeştê

12:14 - 28 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kasibkar û kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê, bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî Nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê, 6`ê Befranbarê, kasibkarekî Kurd ê bi navê “Mihemed Reşîdzade” û xelkê gundê “Qelereş” a ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, canê xwe ji dest da.

Ew kasibkarê Kurd digel hejmarek ji kaisbkarên din ên Kurd li ser sînorê “Qelereş” a ser bi bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên leşkerî ve teqe ji wan hatiye kirin.

Hêzên leşkerî ên hikûmetê, ew kasibkarane bi bê agehdarkirina berê, dane ber gulleyan.

Ji aliyekî din ve, di heman rojê de, kolberekî Kurd bi navê “Xidir Bînewa” û xelkê bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên leşkerî ên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî bi dijwarî hate birîndarkirin.

Ew kolberî Kurd, bo tedavîyên pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Serdeştê hatiye veguhastin, û rewşa tendirûstiya wî kolberî ne baş e.