Kuştin û birîndarkirina 3 kolberan ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve

13:37 - 9 Gulan 2020

Êvara roja Înê 8`ê meha Gulana 2020`an, hejmarek ji kolberan li ser sînorê Belesora jêrîn, ser bi bajarê Xoyê, kevtine ber destrêjiya gullên hêzên çekdar yên hikûmetê û di encamê de kolberekî Kurd bi navê Luqman Çiwargoşe, canê xwe ji dest da û 2 kolberên dinê jî yên bi navên Mensûr Çiwargoşe û Meysem Mihemedî bi giranî birîndar bûn.

Herwisa roja Înê 8`ê Gulanê, kolberekî kurd ê bi navê Keywan Kewserî û xelkê bajarê Banê, bi hegera kevtina xwarê ji bilandahiya çiya ve canê xwe ji dest da.

Her di hefteya derbasbûyî de, kolberek bi navê Mehmûd Muradî kurê Hecî Celal, kevte ber destrêjiya gullên hêzên komara Îslamî û di encamê de canê xwe ji dest da.

Kolberên Kurd bi bê agehdariya berê dikevine ber teqa hêzên hikûmeta Îranê û berdewam roj nîne ku canê xwe ji dest nedin.