Kuştin û birîndarbûna sê kolberên Kurd li ser sînorê Urmiyê

11:35 - 25 Gulan 2020

Roja Yekşemî 4`ê Cozerdan (24`ê Gulan)ê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê Soma û Biradust a Urmiyê kirine armancên xwe û bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî, kolberekî Kurd ê bi navê, “Erselan Ehmedî” kurê “Hakim” canê xwe ji dest da û herwisa du kolberên din jî yên bi navên “Turan û Ridwan Ehmedî” kurên “Ebdullxaliq”, bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Ew sê kolberên Kurd xelkê gunbdê “Kuran” a ser bi devera Soma û Biradust a girêdayê bajarê Urmiyê bûn, hêzên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê ew sê kolberên Kurd dane ber gulleyan û di encamê de “Erselan Ehmedî” bi sedem berketina gulle demudest canê xwe ji dest da.

“Turan û Ridwan Ehmedî” bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxana bajarê Urmiyê hatine veguhastin û niha di bin tedawiya pizîşkî de ne.