Kuştin û birîndarbûna 188 kolberan di 9 mehên sala 1399an de

17:06 - 24 Kanûna pêşîn 2020

Pêka amara tomarkirî ji navenda amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, di heyama 9 mehên sala 1399an de, bi giştî 188 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (46 kolber hatine kuştin û 142 kolber jî hatine birînadarkirin).

Çawahiya kuştin û birîndarbûna kolberan:

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê: 138 Halet

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewleta Tirkiyê: 15 Halet

Berbûna Kolberan ji bilindahiyan ve: 6 Halet

Lêdan û îşkenceya kolberan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 3 Halet

Kevtina nav çem: 2 Halet

Kolberên ku bi sedema teqîna mînê hatine kuştin û birîndarbûnê: 4 Halet

Kuştina nexuya: 1 Halet

Kuştin û birîndarbûna kolberan bi sedema bûyerên hatûçûyê: 19 Halet

Derxistina hin ji haletan wiha ne:

3 kes ji wan kolberên Kurd yên bi navên “Mubîn Husêynî, Armîn Ehmedî û Manî Haşimî” temenên wan bi rêz 14, 16 û 17 salî bûn.

Kolberên kuştî, “Sirac Ehmedî” ku li rêkevta 25ê Gelawêjê bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê bajarê Urmiyê hatibû kuştin, sêhemîn kuştiyê malbata “Ehmedî” bûye. Berê jî li sala 1399an, du kurmamên wî kolberê yên bi navên “Erselan û Şemzîn Ehmedî” bi teqeya hêzên leşkerî yên ser sînor hatibûne kuştin.

Rêkevta 5ê Pûşperê, “Elî Birukîmîlan”, kolberê kuştî yê xelkê bajarê Çaldiranê, piştî binçavkirina wî bi destgirêdayî li mewdayeke nêzîk ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve teqe lê kiribûn û di encamê de hatibû kuştin.

Rêkevta 5ê Gelawêjê, “Armîn Ehmedî” kolberê temen 17 salî xelkê bajarê Merîwanê, di demekê de bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibû birîndarkirin, wan hêzane navbirî bi birîndarî bi cih hêlabûn.

Rêkevta 16ê Xermananê, “Manî Haşimî” kolberê temen 14 sal û xelkê gundê Şimşêr yê ser bi bajarê Paweyê ku bo kirîna telefonê çûbû bo kolberiyê, bi sedema kevtina xwar ji bilindahiyê ve navbirî bi awayekî dijwar hatibû birîndarkirin.

Rêkevta 23ê Xermanan a sala 1399an, “Selahedîn Îsazade” kolberê xelkê bajarê Şinoyê piştî lêdan û îşkenceyê ji aliyê hêzên leşkerî ve hatibû tîrbarankirin.

“Yasîn Fikrî” ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve hatibnû lêdan û îşkenceyê û li dema lêdan û îşkenceyê heyama çend demjimêran, li bingeha Birwêşkanî ya ser bi bajarê Baneyê, ji aliyê fermandeyê binkeyê ve fîlm ji wî hatibû girtin.

“Siyaweş (Çawûş) Kuresûnî” xelkê gundê “Rawiyan yê ser bi bajarê Qotorê, ku li ser sînorê bajarê “Xoy”ê bi teqeya hêzên leşkerî hatibû kuştin, dêhyarê gundê xwe bû.

Herwisa “Hesen Delayîmîlan” li mewdayekî nêzîk ve teqe ji wî hatibû kirin û “Ayhan Xudayî” serê wî kevtibû ber teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê.