Kuştin û birîndarbûna 18 kolberan di meha Xezelwer a sala 1399an de

17:13 - 23 Çirriya paşîn 2020

Pêka amara tomarkirî ji navenda amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, di meha Xezelwer a sala 1399an de, bi giştî 18 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.

Kuştî: 6 Kes

Birîndar: 12 Kes

Çawahiya kuştin û birîndarbûna kolberan:

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên komara Îslamî: 12 Halet

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewleta Tirkiyê: 2 Halet

Kolberên ku bi sedema teqîna mînê hatine Kuştin û birîndarbûnê: 2 Halet

Bi piştgirêdan bi amara wê mehê li destpêka sala 1399an heya niha, bi giştî 173 kolber li Kurdistana Îranê hatine kuştin û birîndarkirin. (45 kes hatine kuştin û 128 kes jî birîndar bûne)

Dibe bê gotin:

Hesen Delayîmîlan, kolberê kuştî yê xelkê Qaşqablax yê ser bi bajarê Çaldiranê, li mewdayeke nêzîk hate gullebarankirin.

Muhsên û Muslih Qasimî, temen 24 û 21 salî du bira bûn ku her du kolber bûn, li dema kolberîkirinê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest dan.

Amadekirin: Evîn Mistefazade