Kuştin û birîndarbûna 143 kolber di heyama 6 mehên yekem a sala 1399an a Rojî de

17:03 - 21 Îlon 2020

Li gor amara ku ji aliyê Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê ve hatiye tomarkirin, di heyama 6 mehên destpêka sala 1399`an de, 143 kolber di Kurdistana Îranê de hatine kuştin û birîndarbûn (37 kes hatine kuştin û 106 kes hatine birîndarbûn).   

Kuştin û birîndarbûna wan kolbera bi wî awayê ye:

Teqa rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 101 halet

Teqeya hêzên leşkerî yên Turkiyê: 13 halet

Berbûn ji bilindahiyan ve: 4 halet

Lêdar û îşkenceya kolberan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 2 halet

Kevtina nav çem: 2 halet

Teqîna mîn: 1 halet

Kuştin û birîndarbûna kolberan di encama bûyerên hatûçûnê de: 19 halet

Ronkirina hindeke ji haletan bi wî awayî ne:

3 kes ji kolberan yên bi navên “Mubîn Husênî, Armîn Ehmedî û Manî Haşimî”, temen 16, 17 û 14 sal bû ne.

Kolberê kuştî, “Sirac Ehmedî” ku li 25`ê Gelawêj ya îsal, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê ku li ser sînorê bajarê Urmiyê hatibû kuştin, sêhimîn kolberê malbata “Ehmedî”yan bûye, pêştir û li sala 1399`an, du kurmamên wî kolberê yên bi navên “Erselan û Şemzîn Ehmedî”, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve hatibûne kuştin.

Rêketa 5`ê Gelawêjê, “Armîn Ehmedî” kolberê temen 17 salî û xelkê bajarê Merîwanê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibû birîndarkirin, hêzên leşkerî navbirî bi birîndarî bi cih hêlabûn.

Rêketa 16`ê Xermananê, “Manî Haşimî” kolberê temen 14 salî û xelkê gundê Şemşêr a ser bi bajarê Paweyê ku bo kirîna telefonê çûbû bo kolberiyê, di encama berbûn ji bilindahiyê ve bi awayekî dijwar birîndar bû.

Rêketa 23`ê Xermanana sala 1399`an, “Selahedîn Îsazade” kolberê xelkê bajarê Şinoyê ku piştî lêdan û îşkenceyê ji aliyê hêzên leşkerî ve, piştre dabûne ber gulleyan û navbirî kuştin.