Kuştin û birîndarbûna 1382 Kolberan li sala 2012an heta 2020an

16:02 - 31 Kanûna pêşîn 2020

Navenda amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê li dawiya sala 2020an a Zayînî di raporek amarî de amara kuştin û birîndarbûna kolberan di 9 mehên derbasbûyî  de belav kiriye.

Amar bi wî awayî ye.

Li sala 2012an heta 2020an 1382 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (469 kuştî û 913 birîndar)

28 kes ji wan kolberên ku hatine kuştin û birîndarkirin temenê wan jêr 18 salî bûne.

%78 ji wan kolberan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

Mirin û birîndarbûna wan bi sedema kevtin ji bilindahiyan ve %7 bûye.

Bi sedema sir û seqem û hatina renî %6 bûye.

Bi sedema teqîna mînê %5 ji mirin û birîndarbûna kolberan bûye.

Amara kuştin û birîndarkirin pêka amara salên 2012an heta 2020an wiha ye:

Li sala 2012an 44 kes hatine kuştin 29 kes jî hatine birîndarkirin, bi gelemper 73 kes

 Li sala 2013an 38 kes hatine kuştin 54 kes jî hatine birîndarkirin, bi gelemper 92 kes

Li sala 2014an 34 kes hatine kuştin 55 kes jî hatine birîndarkirin, bi gelemper 89 kes

Li sala 2015an 42 kes hatine kuştin 30 kes jî hatine birîndarkirin, bi gelemper 72 kes

Li sala 2016an 51 kes hatine kuştin 71 kes jî hatine birîndarkirin, bi gelemper 122 kes

Li sala 2017an 67 kes hatine kuştin 153 kes jî hatine birîndarkirin, bi gelemper 220 kes

Li sala 2018an 80 kes hatine kuştin 158 kes jî hatine birîndarkirin, bi gelemper 228 kes

Li sala 2019an 70 kes hatine kuştin 180 kes jî hatine birîndarkirin, bi gelemper 250 kes

Li sala 2020an 53 kes hatine kuştin 183 kes jî hatine birîndarkirin, bi gelemper 236 kes

Giştî: 469 kes hatine kuştin 913 kes jî hatine birîndarkirin bi gelemper 1382

 Şêwaza kuştin û birîndarbûn jî pêka xişte wiha ye: