Kuştin û Birîndar kirina Kasibkarên Kurd bi destên Hêzên Întizamî yên Dewleta Îranê Dom dike

13:45 - 16 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: 2 Kolberên xelkê herêma Urmiyê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê hatin kuştin û birîndar kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Yekşem berwar 14’ê Nîsana 2013’an di encama teqeya hêzên întizamî yên Komara Îslamiya Îranê de Kolberek Kurd yê binavê “Mihemed Salih Pezîrî”temen 22 salî û kurdê Ebdullkerîm û xelkê gundê “Cornih”a ser bi herêma deşt a Urmiyê hat kuştin.

çavkaniyek nêz ji bûyerê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand:Di heman demê de û li encama teqeya hêzên dewleta Îranê keseke din binavê “Mihyedîn Pezîrî”temen 39 salî û kurê Ehmed û xelkê gundê “Cornih”bi xurtî hat birîndar kirin û jibo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hat şandin.

\"12026.jpg\"
çavkaniyê base vê yekê kir , ew du Kolberane li ser kaniyekê binavê Kaniya “Mam Buzû” û li çiyayê Nesiredîn yê gundê Rajanê li demekê de ku mijûlî bêhnvedanê bûne, ji aliyê hêzên rejîma Îranê êrişî ser wan tê kirin û li encam de ew du kur mame hatin kuştin.

termê kesê kuştî ji aliyê xelkê gundên Rajan û Cornih ji hêzên Întizamî yên dewletê hatiye sitandin.

Di êrîşê de çend ser ji hesp û hêstirên kasibkarên gundên Rajan û Cornih bi destê hêzên Întizamî hatine kuştin.