Kuştin û birîndar bûna du kolberên Kurd li bajarên Serdeşt û Çaldêranê

13:20 - 4 Gulan 2020

Êvara roja Şemî 13`ê Banemerê, hejmarek ji Kolberan li bilndahiyên sînorê “Nokan û Kanî Zerd” a girêdaya bajarê Serdeştê, rastî boseya hêzên leşkerî ên hikumetê hatin û di encama teqeyên hêzên leşkerî de, kolberek bi navê “Mihemed Îbrahîmzade” ê temen 37 salî û xelkê gundê “Nebî Ava” a ser bi bajarê Rebetê, canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikumetê bi bê agehdariya berê û di heyamekî kêm de, teqe ji wan kolberên Kurd kirine.

Her di vê pêwendiyê de, li heyama rojên derbasbûyî de, kolberekî din ê bi navê “Sidêq Ehmedî” li bilndahiyên gundê “Wekîl” a ser bi bajarê Çaldiranê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikumetê birîndar bû û bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.