Kuştin li Îranê bi dawî nayên/ Qetil kirina kasibkarekî li Selas Bawecanî

14:48 - 9 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Kasibkarek ciwan li tixûbê bajarê Selas Bawecanî a ser bi Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê, bi gulle reşandina hêzên Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îranê, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurd pa, hêzên Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îslamiya Îranê, ciwanek 25 salî, bi navê Elî Ekber Kîkawûsî, bi reşandina gulleyan bi ser de, ew qetil kirin.

Hêzên Sipaha Pasdaran doh demjmêr 2 ê şev, bi avêtina rasterast a gulleyan, ew kasibkarê Kurd ê nav borî kuştin.

Peyamnêrê Kurdpa tevî piştrast kirina vê nûçeyê got: Ew ciwanê Kurd li sînorê “Şêxsile” mijûlî kasibkarî û veguheztina petrolê bi riya debeyên lastîki bi ser pişta xwe dibe ku nişkave hêzên ser bi hikûmeta Îranê, gulle ser de direşînin û wî dikujin.

Di direjeya raportê de amje bi vê yekê jî hatiye kirin: Elî Ekbe Kîkawûsî, xwedî hevjînekî û 2 zarokan e ku bo debara jiyana xwe bi neçarî kasibkarî dikir.

Kasibkarî karekî bi xerter li deverên kurdakincî ên welatê Îranê de ye ku ji royê neçarî bo debara jiyanê tê encam dan. Lê hikûmeta Îslamiya Îranê bi dabîn nekirina pêdiviyên jiyanê û bê beyan kirina zirar ya mifahên (kasibkariya sînorî), tene bi gulleyan bersiva welatiyan dide, eva di demekê de ye; hêzçn leşkerî ên welatê Îranê wî karê xwe bi rewa dihesibînin û yasayek nîne ku wan mehkûm bike. Serbarêm wan hemû gotinan yasaya Îranê jî, kasibkaran tawanbar dizane.

Raportêrê taybet ê mafên mirovan li Neteweyên Yekbûyî , ji kuştina sîstematîk a kasibkaran, dilgiraniya xwe nîşan da ye û ji hikûmeta Îslamiya Îranê xwestiye ku gulle reşandin li ser sivîlên Kurd, bide rawestandin.