Kurte raportik ser şerê çekdarî li dewera Banê

17:29 - 26 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li sedem şerê çekdarî li dewera Banê, 4 kes bi destê hêzên çekdarên sipaha pasdaran hatin kuştin û birîndar kirinê.

Gorekî raporta ajansa Nûçe gihaniya Kurdpa, saet 4ê ser êwara roja Înî, 3ê Xezelwe, li nêzîkî gundê “ Wizmele” li dewera “ Boyen”a ser bi şarê Banê, şer û levdan li nawbera hêzên sipaha pasdaran û gurûpik hêzên çekdar hate pêş.

\"16319.jpg\"
Huşyar(Rêbwar) Ezîz Nijad
Gorekî wan zaniyariyê ku bi ajansa Kurdpa gihîştine, Huşyar(Rêbwar) Ezîz Nijad û Azad Salim li yekim desdirêjiya şerê roja borî de li dewera Boyena ser bi şarê benê de , bi destê hêzên sipaha pasdaran, hatine kuştin.

Her wisa bi gotina kesên wir, li vî şerî de kesik din bi navê “ Emced Tam” bi dujwarî birîndar bûye û paşî êxsîr bûnê, ji aliyê hêzên çekdarên sipaha pasdaran, hatiye kuştin.

Tê gotin, ku kesik din jî bi navê “ Hadî Tam” ku li vî şerî de birîdar bibû, kariye li cê qewimîne derbas bibe.

Li vê barê de malpera sipaha beytul muqeddeya li Kurdistanê ji zimanê mihemed recebî weşandiye ku 3 kes ku bi Dije Şoriş binav kirine, bi destê hêzên ewlehî û milîtariyên Banê hatine kuştin û 2 kesên din ji êxsîr girtine.

\"16320.jpg\"
Azad Salim
Heya niha çi ji malperên fermiyên hukûmeta islamitya îran, çi zaniyariyik din ser vê qewimiya roja borî de li dewera Banê neweşandine.

Her wisa çi yek ji aliyên Kurdên opozîsiyona hukûmeta Îran, berpisiya xwe ji vî şerê roja borî li dewera Banê neragihandine.

Ji aliyik din de şeva borî li niqta ser sînoriya Serawan li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, 18 çekdarê henga merziya hukûmeta islamiya îranê li şerik de hatin kuştin û 5 kes jî birîndar kirin.

Nûçe gihaniyên fermiyên hukûmeta islamiya Îranê weşandine, ew şera tev gurûpa “ Ceyşul Edl” hatiye pêş û hevdem 4 kes jî ji hêzên hêza sersînoriya Serawan ji aliyê vê gurûpê hatine êxsîr kirin.

Gurûpa Ceyşul Edl bi amanca piştgirî kirin ji welatiyên Sunnî yên li parêzgeha “ Sîstan û Belûçistan” hatiye damezirandinê.