Sine; Binçavkirina zarokekî temen 15 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
Roja Înê, 24ê Xermananê, zaroka temen 15 salî ya bi navê “Kavan Rizayî” û xelkê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Roja Înê, 24ê Xermananê, zaroka temen 15 salî ya bi navê “Kavan Rizayî” û xelkê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Roja Şemî 25’ê Xermananê, Rojan Melikî ya temen 16 salî, û xelkê gundê “Tengîsar” û rûniştiyê Merîwanê, bo îdareya îtilaata vî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîn ji wê hatiye kirin.
Roja Şemiyê 25ê Xermananê, Mihemed Moradînejad karmendê îdareya Çavkaniyên Xwezayî ya Kamiyaranê xelkê gundê Alikê bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hat gazîkirin û hat binçavkirin.
Sibeha roja Şemiyê 25ê Xermananê, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Elî Ehmedî” û “Diyar Ehmedî” li gundê “Arnan”a Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Îro Şemî 25ê Xermanana sala 1402an, piştî binçavkirina Emced Emînî, bavê Jîna Emînî, ji aliyê hêzên Pasdaran ve dema ku ji malê derdiket, piştî ku bo saziyeke ewlehiyê hat veguhestin û vegeriya mala xwe, di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê yên…
Roja Înê, 24ê Xermananê, Xosrew Fethî kurê Hebîbullah Fethî, yek ji şehîdên serhildana, Jin, Jiyan û Azadî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Dîwandere ve hat binçavkirin
Roja Înê, 24ê Xermananê, Ezîz Merzî û Emîn Mînayî çalakvanên sendîkaya mamostayên bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Roja Înê, 24ê Xermananê, Azad Emînî çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Roja Pêncşemî 23ê meha Xermananê, du welatiyên kurd yên xelkê bajarê Mehabadê yên bi navên Eşkan Fehîm û Riza Endîşe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Roja Pêncşemî 23ê Xermananê, Mîlad Mistefewî mamostayê siwarbûna hespan li Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat bnçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.