Kûrahiya Gola Urmiyeyê 30 ji sedê kêm bûye

14:39 - 17 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Çavkaniyên navxweyî diyar dikin ku ji sedî 30`ê kûrahiya Gola Urmiyeyê kêm bûye û çarenûsa vê golê ligel xeterek mezin rûbirû ye.

Tu karek ji destê xelkê nayê û rayedar jî bêdeng in û çi hewil û karek berçav nakin bo rizgarkirina kirîza golê. Nigeraniyên derbarê rewş û kirîza zuwabûna Gola Urmiyeyê her diçe di nav civakê de zêdetir dibe û malpera `guhertina iqlîmê` eşkere kir ku ji sedî 30`ê kûrahiya golê kêm bûye.

Çavkaniya han diyar dike ku rûberê Gola Urmiyê ji 5 hezar kîlometran di Kanûna 2009`an de gihîştiye 3 hezar û 500 kîlometran li Kaûna 2013`an. Ev yek tê vê manayê ku di heyamê çar salê borî de, ji sedî 30`ê rûberê golê kêm bûye. Li gor lêkolînên nû yên malpera `guhertina iqlîmê`, 1 hezar û 500 kîlometr ji rûberê Gola Urmiyeyê kêm bûye.

Ligel hişyariyên ku di çend salên borî de ji aliyê karnas û pirsporên xwezayê ve tên dayin derbarê xeterên zuwabûna Gola Urmiyeyê, lê ti karek ji destê xelkê nigeran nayê û berpirs û rayedar jî çi hewildanên ciddî û bi bador bona rizgarkirina rewş û kirîza Gola Urmiyeyê nekirine. Hemû projeyên dewletê ser kaxizan mane. Ligel ku çend semînar û civînên mezin di vê derbarê de hatine lidarxistin û biryarên giring hatin dayin jî, lê heta niha ti pêngav û guhertinek nayê berçav.

Kûrbûna kirîza Gola Urmiyeyê, rewşa hewa û cotkariyê li herêmên derdorê golê ligel rewşek metirsîdar berbirû kiriye û her diçe nigeraniyên hewelatiyan zêdetir dibin. Hêdî hêdî koçber li Urmiye û deverên derdorê golê destpê kiriye, ji ber lêgerên ku kirîza golê bo ser jiyana wan pêk tîne.