Kompaniyayên Mobaylê li Îranê, Sirûda “Merg ber Amerîk” an ku “Mirin bo Amerîkayê” ji sistema xwe de rakirin

20:25 - 25 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Roja Şemiyê 3’ê Rêbendana sala 1394’an a Rojî, kompaniyên Mobaylê di Îranê de ragehandin ku sirûda “Merg ber Amrîka” an ku “Mirin bo Amerîkayê” ji sîstema mobaylên xwe rakirin an ku hezif kirin.

Di despêkê de kompaniya “Îransêl”ê ku beşa herî sereke a sehamên wê, ên ser bi Sipaha Pasdaran in ragehand ku sirûda navbirî hate hezifkirin û pişt re jî, kompaniya “Hemrahê Ewel” ku bi kompaniyekî hikûmetî tê hesibandin, rakirina sirûda han di sîstema xwe de ragehand.

Sirûda “Amrîka Neng bê nêyrengê to” bi yek ji sirûdên şoreşê binav û deng e ku, helbesta wê ji aliyê “Hemîd Sebzêwarî” û muzîka wê jî ji aliyê “Ehmed Elî Raxêb” ve hatiye danîn.

Tê xûyakirin ku kiryara han a wan kompaniyayan di rasteya bêtirkirina têkiliyên Komara Îslamî û Amerîkayê de derketibe holê ku, piştî lihevkirina etomî derketiye rojevê.