Komeleya mafê mirov a kurdistanê_ Jênêf: Hikûmeta Îranê rêz li wan kesan digirê ku gotarên tundûtîjî û kerb û kîn belav dikin

18:15 - 21 Çirriya paşîn 2020

Roja Pêncşemî 29ê Xezelwerê, “Teymûr Elyasî” nûnerê Komeleya mafê mirov a kurdistanê_ Jênêf li saziya neteweyên yekgirtî de, di 13hemîn civîna wê saziyê de li derheq belavbûna gotarên tundûtîjî û belavbûna kîn û kerib dijî netewe û ayînan çend gotarek pêşkêş kir.

 “Teymûr Elyasî” di despêka gotinên xwe de basa wê yekê kir:”belavbûna gotarên tundûtîjî û kerb û kîn, dijî neteweyên Kurd û neteweyên din yên Îranê, dizivire bo dema hatine serkara komara îsilamî a Îranê”

Ew çalakvanê mafê mirov di gotinê xwe de ragehand: “ Ayetula Xumeynî di 19ê “August”a sala 1979an de beyaniyeyekê dije miroyî de,û fitwaya cehadê dijî neteweya Kurd da û neteweya Kurd wek neteweyêkê dijberê şorş û dijî îslamê li qelem da û di wê rêkevtê de gelê Kurd qurbaniyê gotar û siyaseta tundûtîja hikûmet û mîdiyayên Îranêne û di beşdar bûn di siyaseta Îranê de hatine bê parkirin.

Herwisa navbirî gotiyê: “Her rexneyek li rêberên hikûmeta Îslamiy a Îranê, wek bêrêzî bi nizamê tê hisabê û pêka yasaya nediyar a hihûmeta Îranê, kesên rexnegir digel cezaya darvekirinê rû bi rû dibin.”

Nûnerê Komeleya mafê mirov a Kurdistanê_jênêf di saziya neteweyên yekgirtî de ragehand: pêka 20 konvasyona mafên siyasî û medenî yên neteweyên yekgirtî gotara tundûtîjî, nefirethêner û cudatîdanînî qedexe dike. Yasaya komara îsilamî a Îranê ne tinê piştîvanî li belavkirina gotara tundûtîjî û nifirethêner naket belkî tawanbarên wan cinayetan xelat dike.”

 “Teymûr Elyasî” ragehandiye: li hikûmeta îslamî a Îranê de, tawanbarên belavkirina gotarên tundûtîjî û belav kirina ker û kîn, dijî netewe û kêmaniyên olî, rêz li wan tê girtinê û di wê derheqê de dibe lêkolînek ji aliyê saziya neteweyen yekgirtî bê necamdan.

Ew çalakvanê mafê miroyî di dawiya gotinê xwe de, tekezî li ser wê yekê kir ku komeleya mafê mirov a kurdistanê_jênêf daxaz li saziyên neteweyên yekgirtî û rêportêrîa taybet a wê saziyê dike ku di warê azadiya ayînî û olî raportekê berbilav di gotarên tundûtîjî û belav kirina ker û kîn ji aliyê hikûmeta îsilamî a îranê amade bike.