Komeleya Mafê Mirov a Kurdistan-Jênêvê terora Mûsa Babaxanî şermezar kir

13:45 - 11 Tebax 2021

Komeleya Mafê Mirov a Kurdistan-Jênêv di nameyekê de bo Saziya Neteweyên Yekgirtî, terora Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê “Mûsa Babaxanî”, ji aliyê Komara Îsmalî ve şermezar kir.

Herwisa Komeleya Mafê Mirov a Kurdistan-Jênêvê, dê wê mijarê li 48`mîn xula kombûnên Şêwraya Mafê Mirov ku li 13`ê Sptember dest pê bike, gengeşê li ser bikin.

Wê Saziya Mafê Mirov ragehandiye, ku ji tevahiya 540 tekoşerên Siyasî ku li derveyê Îranê hatine terorkirin, zêdetir ji 420 kes ji wan Kurd bûne.

Li gorî daxuyaniyên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Mûsa Babaxanî li şeva Pêncşemî 14`ê Gelawêjê ji aliyê Komara Îslam ya Îranê li bajarê Hewlêrê hate terorkirin.

“Mûsa Babaxanî” xelkê Kirmaşanê bû û jidayîkbûyê sala 1360`an a Rojî bû ku li sala 1378`an tevlî refên pêşmergeyên Partiya Demokrat bibû.