Kombûna nerizayetî ya li ber deriyê fermandariya Seqizê rastî tundûtîjiyê hat

19:14 - 17 Îlon 2022

Kombûna nerizayetî ya li derheq kuştina hikûmetî ya “Jîna(Mehsa) Emînî” li ber deriyê fermandariya Seqizê, piştî rêgiriya hêzên dije şoreş û ewlehiyê tunditîjî lêkevt

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî li welatiyên nerazî teqe kirine û herwisa hêzên dije şoreş bo belavkirina xelkê gaza bîberê bi kar anîne.

Wê çavkaniyê ew yek jî zêde kiriye: “Bi sedema berkevtina gulleyên hêzên ewlehî çendîn welatî birîndar bûne û hejmarek ji wan jî bo çareseriyên pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “ Bi sedema berkevtina gulle bi serê welatiyekî nerazî, ew bi dijwarî birîndar bûye”.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê li bajarê Seqizê,navê wî welatiyê nerazî bi kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” , “Kiyan Direxşan” ragihandiye ku, li rûbirûyê fermandariya Seqizê, bi sedema berkevtina gulleyên hêzên ewlehî birîndar bûye.

Herwisa pêka rapora Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çendîn welatiyên jin di kombûna nerizayetî li derheq kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” de li ber deriyê fermandariya Seqizê bi sedema gulleyên saçmeyî birîndar bûne.

Roja Şemî 26ê Xermananê, termê “Jîna(Mehsa) Emînî” bi amadebûn û beşdariya berfireh a xelkê di goristana “Ayçî” ya bajarê Seqizê bi axê hat spartin.

Şeva Înê 25ê Xermananê, termê “Jîna Emînî bi balafirê bo Tewrêzê hatibû veguhastin û sibêdeha roja Şemî 26ê Xermananê bo goristana “Ayçî” ya Seqizê hate veguhastin.

Hêzên ewlehî, malbata “Emînî” xistibûn bin givaşan de da ku berî amadebûna xelkê, termê Jînayê bi axê bispêrin lê bi sedema nîşandana nerizayetiya malbata Emînî û welatiyên nerazî, termê Jînayê bi amadebûn û beşdariya berfireh a xelkê bi axê hat spartin.

Welatiyên nerazî di dema bi axê sipartina “Jîna Amînî”yê de siloganên li dijî hikûmeta Îranê û berpirsên wê dabûn.

Roja Înê 25ê Xermananê, Jîna Emînî ya 22 salî û xelkê bajarê Seqizê ku bi sedema derb û lêdana tund a hêzên “geşta îrşad” kevtibû rewşa Komayê de, û di nexweşxaneya “Kesra” a bajarê Tehranê de canê xwe ji dest da.

Piştî belavbûna nûçeya canjidestdana “Jîna Emînî”, hejmarek ji hevwelatiyan bi kombûn di ber deriyê nexweşxaneya Kesrayê de, nerizayetiya xwe nîşan dan û hejmarek ji hevwelatiyên nerazî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Saziya Mafê Miroviya “Kurdpa”yê, tevî şermezarkirina kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî”yê û sersaxî gotin ji malbata wê, ji hemû sazî û damezraveyên mafê mirovî daxwaz kir ku, bi yekdengî hikûmeta Îranê li hember vê trajîdiyê de neçar bi bersivdanê bikin û nirxa binpêkirina eşkere ya mafê mirov li Îranê, zêde bikin.