Kombûna dadgehîkirina “Îcilal Qewamî” hat lidarxistin
Roja Yekşemî 20ê Xermananê, kombûna dadgehîkirina “Îcilal Qewamî” rojnamenivîs û rûniştiyê bajarê “Sinê” bi tohmeta “piropaginde li dijî nîzam”ê li taya 5 a lêpirsa dozgera giştî û şoreş a wî bajarî hat lidarxistin.
Pêka gotinên wî rojnamenivîsî, tohmetên wî wedigere bo nivîsên wî yên li derheq bas û şirove û pirsa roj û herwisa wajokririna hinek ji daxuyaniyan ku li kanalên telegiramî û tiwtterê de belav kiribûn.
“Îcilal Qewamî” piştî bidawî hatina kombûna dadgehîkirinê bi barimteya 70 miliyon Tumenî bi awayê demkî hat azadkirin.
“Îclal Qewamî” 15ê Xermanê pêka nameya agehdarkirnê ku gihîştibû destê wî, bo berevanîkirin ji tohmetên ku li dijî wî hatine sepandin bo taya 5 a lêpirisa dozgeriya giştî û şoreşê ya bajarê “Sinê” hatibû gazîkirin.
Meha Rezbera sala 1397an, ew rojnamevan bi bê amadebûna wî, ji aliyê taya 109 a dadgeha cezadanê a 2 ya bajarê “Sinê” bi tohmeta belavkirina nûçeyên nerast bi mebesta têkdana hizra giştî bi 8 meh girtîgeha te`zîrî hatibû cezadan.