Kombûna dadgehîkirina 7 endamên kempêyna “jiyanaweya Kurdistanê” li Sineyê bi rê ve çû

17:06 - 8 Çirriya paşîn 2021

Roja Şemî 15`ê Xezelwerê, kombûna dadgeha pêragihîştina bi tohmetên “Merziye Qulamweysî, Sîrwan Ebdullahî, Etaullah Rezarebabî, Mehdî Seyfî, Ferdîn Rehîmî, Qani`i Xatirî û Elî Ellahweysî”, ji endamên kempêyna “jiyanaweya Kurdistanê” li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, bi serokayetiya dadwer “Se`îdî” bi rê ve çû.

Pêka gotina yek ji çalakvanên medenî yên bajarê Sineyê, “Merziye Qulamweysî” bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî” û 6 endamên çalak yên din bi tohmeta “propagende li dijî nizamê” û “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” hatine dadgehîkirinê.

Ew 7 endamê kempêyna “jiyanaweya Kurdistanê” meha Banemera îsal, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wan bi danîna barimteyê, bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirina wan, hatibûne azadkirin.