Kombûna dadgeha pêragihîştin bi tohmetên Cebar Destbaz li Sine bi rê ve çû

16:25 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Di heyama rojên derbasbûyî de, kombûna dadgeha pêragihîştin bi tohmetên Cebar Destbaz, rojnamevanê xelkê Dîwandere, li taya 2 ya dadgeha Îngilaba Sinê bi rê ve çû. 

Navbirî di vê dadgehê de bi tohmetên “hewildan li dijî tenahiya netewî, propagende li dijî nizamê, têkdana nezma giştî, beşdarîkirin li semînara mafê mirovî û jinan ku ji aliyê welatê dujmin ve bi rê ve çûye”, hatiye cezadan.

Lêpirsê dosiyeya navbirî barimteya wî rojnamevanê Kurd ji 300 milyon bo 400 milyon Tumen bilind kiriye.

Cebar Destbaz roja Pêncşemî 31ê Xermananê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û roja Yekşemî 24ê Rezberê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Sinê hatibû azadkirin.