KOMARA ISLAMÎ PÊŞ BI LIDARXISTINA BÎR’ANÎNA ARAM TÎGRAN GIRT

20:17 - 9 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Xwendekarên Zanîngeha Peyamnûr a Xoyê dixwastin civînekî ji bo bîr’anîna Hunermend Aram Tîgran pêk bînin, lê Komara Islamî li pêşiyê sekinî.

Pêka Rapora Ajansa Kurdpa, Xwendekarên Zanîngeha Peyamnûr a Xoya ser bi Parêzgeha Urmiye dixwastin civînek Wêjeyî A Kurdî bi Henceta 3’emîn salvegera Wefata Tîgran li darxin, lê Hêzên Heraseta Zanîngehê nehêlan ev civîna han bi rêve biçe.

Dîgran, bi eslê xwe ji Sason’a Batman’ê ji gundê Bae’mdê ye. Dûv re malbata wî diçe Farqîn’a Dîyarbekir.

Di sala tehcîrkirina Fileh’an de malbata wî ji Dîyarbekir koçî bajarê Qamişlo’ya Sûrî kir.

Mamoste Dîgran, ji 9 salîya xwe û pê ve eleqeyeke mezin da muzîkê. Bi cumbûşa xwe her dem bi zimanê Kurdî, Filehî û Erebî stran gotine. Di nava stanbêjên Kurdan de cihekî wî yê cûda he ye.

Di jîyana xwe de 11 album derxistine. Di sala 2009’an de ji bo çalakîyên Newroz’ê hatibû Dîyarbekir, lê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Di 6’ê Meha Tebax’a 2009’an de li Yewnenîstan’ê di nexweşxaneyekê de jîyana xwe winda kir.