Kolberkî Seqizê li ser sînorê bajarê Banê canê xwe ji dest da

16:10 - 16 Kanûna Paşîn 2021

Evara roja Înê 26`ê Befranbarê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemed Ehmedî Ayçî” xelkê bajarê Seqizê, li ser sînorê “Birwêşkanî” ya ser bi bajarê Baneyê, bi sedema celteya dil canê xwe ji dest da. 

Yek ji kesên nêzî wî kolberê Kurd bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: Ew kolbere bi sedema sir û seqemê rastî celteya dil hatiye.

Termê wî kolberê Kurd ji bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” li bajarê Banê hate veguhastin.

Mihemed Ehmedî Ayçî xizandar û xwediyê çar zarokan e.