Kolberkî kurd li sînorê Serdeştê hate birîndar kirin

12:14 - 30 Çirriya pêşîn 2020

Roja Pêncşemî 8ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê binavê “Aware Fetihî” xelkê gundê “Aliymeran” ser bi bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên leşkerî a hikumetê li sînorê “Zilê” hate birîndar kirin.

Hêzên leşkerî yê hikumetê bi bê agehdar kirina berê, teqe li wî kolberê Kurd kirine û birîndar kirine,ew kolberê kurd bo çareseriya pizîşkî bo navendek dermanî li herêma Kurdistanê hate veguhastin

Herwisa Roja Yêkşemî 4ê Xezelwerê, kolberek Kurd yê bi navê “Basit Mihemedî” xelkê gundê “Enor” ser bi bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikumetê li nêzîk sînorê “Sertezên” ya wî bajarî hate birîndar kirin.