Kolberkî Kurd bi sedema teqîna Mînê li sînorê Şûşmê kêmendam bû

11:24 - 2 Çirriya paşîn 2020

Êvara roja Yekşemî 11ê Xezelwerê, kolberek Kurd yê bi navê “Luqman Rehîmî” xelkê bajaroka “Banewrê” ya ser bi bajarê “Pawê” bi sedema teqîna mînê li sînorê Şûşmê a Newsûdê birîndar û kêmendam bû.

Ew kolberê Kurd, bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Pawê hate veguhastin û rewşa navbirî nebaş hatiye ragehandin.

“Luqman Rehîmî” di dema kolberiyê de bi sedema teqîna yek ji wan mînên ku di şerê Îran û Îraqê li ser sînorê Şûşmê a bajarê Newsûdê de bicih maye rastî wê bûyerê hatiye.