Kolberk li ser sînorê bajarê Baneyê hate birîndarkirin

19:04 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2021

Êvareya roja Şemî 22`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Seyîd Revan Têso”, kurê Kemal û xelkê bajarê Pîranşehrê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê “Birwêşkan” a ser bi bajarê Baneyê hate birîndar kirin .

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê ew Kolbere bi awayê rasterast dane ber gulleyan.

Ew kolbere, bi sedema kûrahiya birînên wî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Herwisa di wê derheqê de, roja Sêşemî 22`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Seyîd Tahir Tezahom” kurê Seyîd Husên û xelkê gundê “Nimincê” yê ser bi bajarê Pîranşarê, li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî, hate birîndarkirin.