Kolberik li ser sînorê Merîwan bi hegera ber revînê kete ber maşîn

12:17 - 26 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: bi dûwe ketina Kolberan ji aliyê hêzên milîtarî yên ser sînorê Başmaxa Merîwan, birîndar bûna Kolberik Kurd pêket.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa: roja yekşem, 4ê Reşemê(23 February 2014) , Kolberik bi navê Ibrahîm Seîdîniya, 25 salî, ji xelkê gundê “ Pîrsefa”a dewera Merîwan, li dema revê de kete ber maşîna barhilgir û bi dujwarî birîndar bû.

Bi gotina kesên wir, ev Kolber, xwestiye rêgirî ji zewt kirina tiştên xwe bike û bi vê hegerê, hêzên milîtarî bi du ketine ku li sedem de ketiye ber maşîna barhilgir.

Tê gotin; ev Kolberê Kurd, bi hegera rewşa kirîtîka bedeniya xwe, niha li nexweşxana şarê Merîwanê de, bin çavdêriya duxtoran deye.

Ji aliyik din de, li roja 4ê Reşemê, kesik bi navê Awat, ji xelkê şarê Pawê ku li ser sînor de li rewşa kar kirinê de bûye, gelemper tiştên vî ku barê cigare4 bûye, ji aliyê hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê de li nêzî şarê Nodşe, li ciyik bi navê Gelî Çinare, zewt kirin.