Kolberik Kurd bi şêlikiya hêzên milîtarî bû qurbanî

13:19 - 25 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa : kolberik Kurd ji xelkê dewera Banê li sedem şêlikiya rasterasta milîtaran li serhedê “ Şabadîn” hat birîndar kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa, roja Înî 1ê Xermanan, lawik 16 salî bi navê “ Esed Rehmanpûr” li ser sinûrê “ Şabadîn” , ji aliyê hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îran dane ber gulleyan û bi dujwarî hat birîndar kirinê.

Bi gotina serekaniyik agadar he niha ew kolberê Kurd, li yekik ji nexweşxanên şarê Banê li bin çavdêriya duxtoran deye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li midê heyva borî de 9 kolberên Kurd bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hatine birîndar kirin.

Ew statîstîka hejmariye û bi pişt rast bûn bi statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa diweşin, bi balkêşandina hindê ku nebûna ragihandunên azad bo kom kirina nûçan û her wisa anormal bûna rewşên asayişa herêmên Kurd rûniştiyên Îran bi taybet şarên serhedî, dibe ku hejmara serast ji vê hindê jîê zêdetir be.