Kolberik dine Kurd bi şêlikiya hêzên milîtarî bû qurbanî

01:05 - 3 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberik Kurd ji xelkê yekik ji gundên dewera Newsûd, bi şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îran, hate birîndar kirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Înî, 10ê Xezelwer, Kolberik Kurd bi navê “ Kamran Kerîmî”, 26 salî, kurê Mohemmed Ezîz ji xelkê gundê “ Nerwî”a ser bi şarê Newsûd, li sedem şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê bi dujwarî birîndar bû.

Ev welatiyê Kurd bo derman kirina birînên vî, raguhastiyê nexweşxanê hatiye kirinê û niha li bin çavdêriya duxtoran deye.

Hevdem li sedem şêlikiya wan hêzan de, 4 hespên barhilgirê kasibkaran hatin kuştinê û barên wan jî ji aliyê wan hêzan de hate zewt kirinê.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, li midê 40 rojên borî de 2 Kolberên Kurd bi şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hatine kuştin û 8 Kolberên din jî birîndar bûne.