Kolberên Kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatne kuştin û birîndarkirin

12:57 - 18 Gulan 2020

Roja Şemiyê 15 ê Gulanê, Komek ji Kolberê Kurd li ser Sinûrê geliyê Kotol a Xoyê, kevtne ber desrêja gullên hêzên dewleta Tirkiyê, ku di encamê de, Kolberek bi navê Behram Yusifî temen 35 salî xelkê Gundê Belecûkê canê xwe ji dest da, û Kolberekî dinê jî bi navê Şemsedîn Omerpûr bi giranî birîndar bû.

Ev kolberane destpêkê kevtibûne ber teqa hêzên çekdare Îranê, û karîbûn ji dest wan xelas bin, ji aliyê dinê li ser Sinûrê Kotol  kevtine ber teqa hêzên Tirkiyê, û hem cinazê Kolberê hatî kuştin û hem yê birîndar, bo nexweşxana bajarê Wan ê hatine weguhastin.

Ev 2 Kolberane berî evê ku bikevne ber teqa hêzên Tirkiyê, kevtibûne nava Kemîna Hêzên Sipaha Pasdaran, û karîbûn birevin û xwe derbas bikin, lê piştî demekî Kurt kevtine ber Gullên hêzên Tirkiyê û Behram Yûsifî canê xwe ji dest da û Şemsedîn Omerpûr jî birînda bû.

Heya niha cinazê wî kolberê Kurd radestî malbata wî nehatiye kirin. Ev Babê 4 Zarokane ku canê xwe dana bona peydakirina pariyeke nan bo malbat û Zarokên xwe.